Serokê Baroya me Parêzer Sinan Özaraz beşdarî merasima vekirina avahiya nû ya Baroya Colemêrgê bû.
Em hêvî dikin ku avahiya nû; bibe sedema xurtbûna dadmendî , mafê parastinê û bi hêsanî gihîştina hiqûqê; her wiha di têkoşîna dadmendîyê ya li Colemêrgê de bibe despêka serkeftinên hêja.
Beriya her kesî ji bo hevkarên me yên endamên Baroya Colemêrgê û ji bo tevahiya gelê Colemêrgê avahiya nû pîroz be, em her kesê ku keda wan tê de heye pîroz dikin.